THIV: Ji ber qedexeyan 1 milyon û 337 hezar Kurd mexdur bûne

Di rojên qedexeyê û operasyonan de, 165 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

K24- Navenda Nûçeyan

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (THİV) ragihand ku,di encama 58 caran qedexeyên derketina derve de, li 7 bajar û 19 navçeyên Bakurê Kurdistanê 1 milyon û 377 hezar welatî mexdûr bûne, 165 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

THIV di daxuyaniyekê de bîlançoya binpêkirina mafê mirovan ya bi qedexeyên derve, şer û operasyonên dewleta Tirkiyê li 7 bajar û 19 navçeyên Bakurê Kurdistanê derketine holê eşkere kir.

Qedexeya derketina derve û alozî yekem car li 16ê Tebax a 2015an li Bakur derketibû.

Li gor THIV jî, di navbera 16ê Tebaxa 2015an û 8ê Çile ya 2016an de, qedexe û operasyonên herî giran li navçeyên Sûr a Diyarbekirê bi 39 rojan, li navçeyên Cizîr û Silopiya jî 27 rojan berdewam kirine ku niha jî ew qedexe û operasyonên hêzên dewletê li wan navçeyan didomin.

Weqfa Mafê Mirovan dide xuyakirin ku, di heyama operasyon û qedexeyan de heta niha 165 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, ku 32 ji wan zarok û 29 ji wan jî jin in.

Li gor bîlançoeya THIV ê, di navbera 11ê Kanûnê û 8ê Çileyê de 79 ji xelkê sivîl hatine kuştin ji wan 14 zarok û 18 jin hatine kuştin, tevî ku zarkek di zikê dayika xwe de hatibû kuştin.