Derbarê 6 şaredariyên Diyarbekirê de lêpirsîna rêxistinê

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê 6 şaredariyên navçeyên Dîcle, Farqîn, Sûr, Kulp, Bismîl û Licê de bi hêceta ku alikariya rêxistinê kirine lêpirsîn vekir.

K24 – Diyarbekir

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê 6 şaredariyên navçeyên  Dîcle, Farqîn, Sûr, Kulp, Bismîl û Licê de bi hêceta ku alikariya rêxistinê kirine lêpirsîn vekir.

Di çarçoveya lêpirsînê de, bi biryara Serdozgeriyê rayedarên dewletê dest danîn ser kepçe, makîneyên kar û otomobîlên şaredariyan. Di daxuyaniya Serdozgeriyê de tê gotin ku xendek û berbest bi alikariya kepçeyên şaredariyan hatine kolandin. Di vê çarçoveyê de 6 xebatkarên şaredariyan jî hatin girtin û rêkirin girtîgeha Diyarbekirê.

Ji hêla din ve Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya ku hemû şaredariyên Bakurê Kurdistanê li girêdayî wê ne; biryar da ku îro (10.01.2016) civîneke awarte pêk bîne û rewşa dawî binirxîne.

Herwiha pevçûnên li navçeya Sûr a Diyarbekirê jî di roja 39emîn de didomin û doh sivîlek û 4 leşker birîndar bûn. Rewşa leşkerekî giran e.