Cansiz, Şaylemez û Fîdan li Diyarbekirê hatin bibîranîn
Li Diyarbekirê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku 9ê Çileya 2013an li Parîsê hatibûn kuştin bi çalakiyekê hatin bîranîn.
K24 - Diyarbekir
Li Diyarbekirê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku 9ê Çileya 2013an li Parîsê hatibûn kuştin bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di çalakiyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Selma Irmak got ku heta ew serbikevin dê li ber xwe bidin.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ko beriya 3 salan li paytexta Fransa Parîsê hatibûn kuştin, doh li Diyarbekirê jî hatin bibîranîn. Hejmareke jin bi pêşengiya KJAyê xwestin ku ji Meydana Batikentê ber bi Meydana Îstasyonê bimeşin. Lê polîsan destûra meşê nedan.
Li ser vê yekê, jinên ku wêneyên her sê jinên di 4ê vê mehê de li Silopiyê hatine kuştin hilgirtibûn daxûyaniyek dan. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna got; "Yên ku jin û zarokên Kurdan dikûjin nikarin pêşiyê li azadiyê bigrin." Hevseroka KCDê Selma Irmak jî ragihand ku wan sond xwarine xwe bigihînin azadiyê, ew ji wê rê venagerin.