Giştînameya "Nimêja Înê" çawa tê nirxandin?

Li Tirkiyê giştînameya "Nimêja Înê" hat qebûlkirin. Di çarçoveya giştînameyê de, saetên nimêja înê karmend dê bikaribin nimêja xwe li mizgeftan bikin.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê giştînameya "Nimêja Înê" hat qebûlkirin. Di çarçoveya giştînameyê de, saetên nimêja înê karmend dê bikaribin nimêja xwe li mizgeftan bikin.

Li Tirkiyê yek ji hesastirîn mijar mafên baweriyan e, giştînameya ku ji aliyê Serokwezîr ve hat eşkere kirin bi awayekî fermî destpêkir daku bê sepandin, gelo mesaiya nimêja înê tê çi wateyê?

Derbarê mijarê de Pisporê Olî Prof. Dr. Hayri Kirbaşoglu got: “Tenê mafê Sunniyan hatiye parastin, li vî welatî gelek ol û baweriyên din jî hene. Ji olê zêdetir pêngavek siyasi ye, ango hikûmet dibêje binêrin ez di warê olî de çiqas hessas im lê belê di çarçoveya İslamê de ne jidil e.”

Li Tirkiyê bi taybet piştî prosesa 28ê Şibatê zextên li ser oldaran xurttirbûn, di desthilatdariya Ak Partiyê de gelek guhertin li ser qedexeyên olê hatin kirin lê belê li ser qedexeyên hatin rakirin û giştînameya dawî di nav pisporên olî de nakokî berdewam e.

Pisporê Olî Birol Avci jî wiha dibêje: “Roja şemî û yekşemê ji xwe betlane ye ango cihû jî fileh jî dikarin îbadetên xwe bikin, niha ji misilmanan re mafek hat dayîn, ya rast divê înê yekser bibe betlane, giştîname gelek baş e, yên nerazîbûnê nîşan didin bi aqlê kafiran tevdigerin.”

Di nav hejmara baweriyan de di rêza duyem de baweriya tê elewîtî ye, nêzîkê 20 milyon elewî li Tirkiyê dijîn, gelo elewî li ser giştînameyê çi difikrin?

Serokê Komeleya Elewiyên Demokratik Murat Işık, nerînên xwe wiha tîne ziman: “Em ne li dijî tu azadiyan in, bila sunnî îbadetên xwe bi awayekî hêsan bînin cih, lê belê em nikarin bêjin dewlet rê li ber azadiyan vedike, herî dawî gotin ‘zewaca ligel elewiyan şaş e’ mirov çawa dikare bêje xwediyê vê hişmendiyê azadîxwaz in.”

Li Tirkiyê berî desthilatdariya AKPê di dezgehên fermî de nimêjkirin qedexe bû, heta din av leşkeri de kesên oldar ji kar dihatin dûrxistin. Di salên dawî de qedexeya nimêjan rabû û di dezgehan de mizfetên biçûk hatin avakirin û niha digel vê giştînameyê mafê nimêjê bi yasayan hat mîsogerkirin.

Pisporê Olî Birol Avci

Serokê Komeleya Elewiyên Demokratik Murat Işık