Li parêzgeha Hewlêrê goreke bikom hat dîtin

Di navbera 30 heta 40 termî di wê gora bikom de hatiye dîtin.

K24- Hewlêr

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê goreke bikom hat dîtin, ku bo serdemê rejîma Sedam Hisên vedigere.

Piştî ku welatiyekî bajarokê Toreq ê ser bi Hewlêrê ve Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan li ser hebûna goreke bikom aghedar kir, tîmên taybet ên wezareta navborî berê xwe dan wê navçeyê.

Berdevkê wezaretê, Fûad Osman derbarê wê gora bikom de got: “Piştî proseya kolandin û lêkolînan, aşkere bû ku ji 30 heta 40 termî di wê gora bikom de ye,  diyare yê serdema rejîma jinavçûyê ya Baas a Seddam e.’’

Osman diyar kir jî ku, ew gora bikom bo serdema serhildana mezin a Kurdistanê vedigere û wiha pêde çû: “Diyare jî leşkerxaneya wê demê ya Hewlêrê xwedanên wan terman hatine gulebarankirin û li vî cihî hatine veşartin.’’