Li Sûrê 2 polîs hatin kuştin

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê pevçûn derket, di encamê de polîsek û çawîşekî pispor yê hêza ewlehiyê Tirkiyê cane xwe ji dest dan, 14 yên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê pevçûn derket, di encamê de polîsek û çawîşekî pispor yê hêza ewlehiyê Tirkiyê cane xwe ji dest dan, 14 yên din jî birîndar bûn.

Operasyonên li navçeya Sûrê di roja 40'emîn de didomin. Îro ji demjimêrên serê sibehê ve pevçûn li  6 taxên navçeyê dijwar bûn.

Li derdora mizgefta Kurşunlu li koçeya Îkkayê xwepêşanderan bombeyeke çandî teqandin û bi çekan êrîşî hêzên ewlehiyê kirin. 

Di encama pevçûnan de polîsekî ji tevgera taybet û çawîşekî pispor canê ji xwe dest dan û 14 endamên ewlehyê jî birîndar bûn. 

Pevçûn li 6 taxên navçeyê berdewem dikin. Bi vê encamê di 40 rojên dawî de 10 leşker û polîsan û 16 jî sivîl û xwepêşanderan canê xwe ji dest dan.