Li Diyarbekirê 3 endamên ewlehiyê hatin kuştin
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê şer derket û polîsek û du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 14 ji wan jî birîndar bûn.
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê şer derket û polîsek û du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 14 ji wan jî birîndar bûn.
Operasyonên li navçeya Sûrê di roja 41’emîn de didomin. Doh li 6 taxên navçeyê şer dijwar bû. Li derdora Mizgefta Kurşunlu li Kuçeya Yikikkaya xwepêşanderên ku nêzîkî PKKê ne bombeyek teqandin û bi çekan êrişî hêzên ewlehiya Tirkiyeyê kirin.
Di encama pevçûnan de polîsekî ji Tevgera Taybet û 2 leşkeran canê ji xwe dest dan û 14 endamên ewlehiyê jî birîndar bûn. Pevçûn li 6 taxên navçeyê berdewem in. Di 40 rojên dawî de 10 leşker û polîsan û 16 jî sivîl û xwepêşanderan canê xwe ji dest dane.