Şaredariyên DBPê bersiva hikûmeta Tirkiyê dan
102 Hevserokên Şaredariyên girêdayî Partiya Hereman a Demokratik (DBP) li Şaredariya Rezan a Diyarbekirê bi awayekî awarte civiyan.
K24 - Diyarbekir
102 Hevserokên Şaredariyên girêdayî Partiya Hereman a Demokratik (DBP) li Şaredariya Rezan a Diyarbekirê bi awayekî awarte civiyan.
Di civînê de li ser mijara politikayên hikûmeta AK Partiyê ya li hember Şaredariyên Bakurê Kurdistanê dimeşîne nîqaş hatin kirin.
Piştî civînê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Anli got; "Ev sazî bi keda gel hatine bidest xistin û dê wiha berdewam bike û destûra kayyiman nayê dayîn ku bikevin şaredariyên wan de."
Firat Anli, li ser navê hevşaredaran encamnameya civînê ragihand û got; “Gelê Kurd tevî gef û zehmetiyan ev 17 sal in ko şaredariyan di destê xwe de digrin, lê di derdora 100 hevserok, endamên meclisên me , hevkarên me hatin girtin. Ev çend rojeke tê xwestin ko bi îddîayên nerast şaredariyên me bêrûmet bike û şaredariyan dewrî parêzgerî û qeymeqamiyan bike. Lê em destûra neheqiyê nadin.”