Medya Erebî: Kurd daxwaza cudabûnê dikin
Rojnameyê da zanîn ku ji sedî 80yê welatiyên Herêma Kurdistanê wiha dibînin ku dema ragihandina dewleta Kurdî ligel cîbicîhkirina çaksaziyan hatiye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Guhertinên navdewletî, pirsa dabeşkirina Iraqê, cudabûna Herêma Kurdistanê û damezrandina dewleta Kurdî mijarên herî girîng ên îro yên rojnameyên Erebî bûn.
Di raporteke Rojnameya Elqûd El-Erebî bi navê "Piraniya Kurdistaniyên Iraqê daxwaza cuda bûnê dikin" de wiha hatiye nivîsîn: "Derbarê pirsa ragehandina dewleta Kurdî de nerîna piraniya welatiyên Kurdistanê hatiye wergiritin."
Rojnameyê da zanîn ku ji sedî 80yê welatiyên Herêma Kurdistanê wiha dibînin ku dema ragihandina dewleta Kurdî ligel cîbicîhkirina çaksaziyan hatiye.
Vegerandina hejmarek ji penaberên Rumadî piştî kontirolkirina wî bajarokî ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve jî bûye mijara rojnameya El-Nihar a Lubinanî: "Hêzên Artêşa Iraqê 635 welatiyên sivîl ji navçeya El-Hebaniye û El-Xalidiyê vegerandine ser mal û milkên wan."
Derbarê xirabiya rewşa ewlehiya bajarê Bexdayê de jî rojnameya El-Beyana ya Imaratî wiha nivîsiye: "Komîteya Asayîş û Bergiriyê li Parlamentoya Iraqê xirabiya rewşa ewlehiya piraniya navçeyan bi taybet a bajarê Bexdayê xistiye sûtiyê hikûmeta Heyder Ebadî de."
Rojnamyê da zanîn ku ji piraniya wan kiryarên dizî, revandin û kuştinê li navçeyên cor bi cor ên bajarê Bexdayê hêzên ewlehiya Iraqê berpirs in.