Şirnex: Cenazeyên 2 kesan piştî 8 rojan rakirin nexweşxaneyê

Nasnameyên wan nehatine naskirin, aliyê ku ew kuştine jî nediyar e.

K24- Şirnex

Cenazeyên 2 kesên ku beriya 8 rojan li Şirnexê hatibûn kuştin, piştî 8 rojan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Nasnameyên wan jî dê piştî lêkolînan bêne diyar kirin. 

Beriya 8 rojan 2 kesên nenas di hewşa Rêveberiya Daristanê ya li Taxa Dîcleyê hatibûn kuştin. Cenazeyên wan ji ber pirsgirêka ewlehiyê nehatibûn standin. 

Lê îro piştî hevdîtinên ligel parêzgeriya Şirnexê, şandeyeke ku parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaredarên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî di nav de bûn anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Nasnameyên wan hê jî nediyar in û ka ji aliyê kê ve hatine kuştin ew jî nediyar e. 

Lê li taxa navborî di navbera Hêzên Parastina Sivîlan YPS-ê û hêzên ewlehiya Tirkiyeyê de pevçûn qewimîbûn û heta niha jî li wê derdorê rakêşî didome.