Hêza Sûriyê ya Demokratîk du gundên din rizgar kirin
Berî niha bi rêya bajarê Kobanê û bi armanca pêşveçûn û rizgarkirina hemû navçeyên di bin destê DAIŞê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk hêzeke zêde anîbû bendava Tişrînê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriyê ya Demokratîk û DAIŞê de, li rojavayê çemê Firatê, hêza navbirî karî her du gundên Sekawiye û Tel Ereş rizgar bikin.
Derbarê mijarê de Berdevkê Hêzên Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo ji K24ê re got: "Doh Hêza Sûriyê ya Demokratîk piştî şerûpevçûneke giran karîn her du gundên Sekawiye û Tel Ereş ji destê DAIŞê rizgar bikin."
Telal Silo da zanîn ku ji bilî kontrolkirina her du gundan 12 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin, herwiha şer û pevçûn heta niha li derdora her du gundên Qadiriye û Ebo Sûfyan berdewam e.
Berî niha bi rêya bajarê Kobanê û bi armanca pêşveçûn û rizgarkirina hemû navçeyên di bin destê DAIŞê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk hêzeke zêde anîbû bendava Tişrînê.