Daxuyaniya Mamoste Ayşe Çelîk deng veda
Mamosteyeke Diyarbekirî bi rêya telofonê beşdarî bernameyeke zindî ya televîzyonekê bûbû û bal kişandibû ser rewşa aloz a li Bakurê Kurdistanê.
K24 - Enqere
Mamosteyeke Diyarbekirî bi rêya telofonê beşdarî bernameyeke zindî ya televîzyonekê bûbû û bal kişandibû ser rewşa aloz a li Bakurê Kurdistanê. Piştî vê yekê derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin ku qaşo propagandaya "terorê" kiriye. Bo mamosteyê piştgirî hat ragihandin û derbarê lêpirsînê de jî nerazîbûn hat nişandan.
Mamoste Ayşe Çelîk li Diyarbekirê dijî. Di 8ê Berfenbarê de bi rêya telofonê beşdarî bernameya zindî Beyaz Showê bû. Di bernameyê de xwest balê bikişîne ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê û got; “Gelo haya we ji tiştên li rojhilatê welêt (Bakurê Kurdistanê) diqewimin heye ? Tiştên li vê derê diqewimin tên berevajîkirin. Bêdeng neminin. Êdî bibînin, bibihîzin û piştgiriya me bikin. Ez bangî wan mamosteyan dikim ku dest ji xwendekarên xwe berdan e. Gelo hûnê çawa careke dî vegerin û li çavên wan zarokên bêguneh binerin. Gunehe; Bila kes tu kes nemirin, bila zarok nemirin û dayik negirîn.”
Dengvedana banga Ayşe Çelîk her ku diçe berfirehtir dibe. Herçiqas di gotinên Çelik de bangewaziyeke aştiyane hebe jî Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê wê de lêpirsîn da destpêkirin ku propagandaya "terorê" kiriye.
Li ser vê yekê dozgerê berê û parlamenterê CHPê İlhan Cihaner nerazîbûna xwe nîşan da û vekirina dozê şermezar kir: “Çalakiyeke wiha, ne li gor pergala me ya hiqûqî û ne jî li gor pergalên herî sosret, herî ne demokratîk ên hiqûqê ne sûc e. Zarok dimirin belê dimirin. Heger sûc be ez jî dubare dikim. Belê zarok dimirin.”
Ji bilî lêpirsînê, helwêsta Mamoste Ayşe Çelîk li ser torên civakî jî bû cihê nerazîbûnê û li dijî wê kampanyeyeke reşkirinê dest pê kir. Herwiha Rojnameger Sebahat Karakoyun piştgirî bo Çelîk ragihand û bal kişand ser çanda reşkirinê ya li Tirkiyê: “Mirov ji hev du tên cuda kirin, tên dîtirkirin. Bi xwe li dijî ragihandina fikrên cuda kompanyayeke wiha ya reşkirin û reşkirinê tê meşandin û ev yek piştgiriyê jî dibînin. Rayedarên herî paye bilind bi daxuyaniyên xwe piştgiriya vê yekê dike.“
Piştî bernameyê bêjer Beyazid Oztûrk lêborîna xwe xwest û got ev 20 sal in ew vî karî dike û cara pêşî tiştekî wiha tê serê wî û ew naxwaze tu kes li ser wî hesaban bike. Ev daxuyaniyên Oztûrk jî rastî nerazîbûnê tên ku ji dêvla parastina aştiyê bike, parastina siyaseta fermî ya dewletê dike. Herwiha Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî derbarê bernameya televîzyonê û bêjerê wê Oztûrk de lêpirsîn da destpêkirin.
