Li Cizîrê polîsek hate kuştin
Li navçeya Cizîrê Bakurê Kurdistanê pevçûnek dijwar derket, di encamê de jî polîsek hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Cizîrê Bakurê Kurdistanê pevçûnek dijwar derket, di encamê de jî polîsek hate kuştin.
Li navçeya Cizîrê Taxa Nûrê îro danê sibê di navbera endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê û Hêzên ewlekariyê de pevçûnek dijwar derket. Di encamê de polîsek hate kuştin polîsek û 2 leşker jî birîndar bûn.
Polîs û leşkerên birîndar ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Leşkerî a Şirnexê hatin vegûhestin. Hat ragihandin ku li taxa Nûrê pevçûnên mezin çêdibin.
Li navçeya Cizîr û Silopiyê ev mehek e derketina kolanan qedexeye. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu 2 roj berê diyar kiribû ku heta ew ji operasyonan encamek tekez bistînin qedexeya derketina derva dê bidome.