Barzanî: Erkê Civaka Navdewletî ye hevkariya Pêşmerge bike

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigehîne ku erkê Civaka Navdewletî ye ku hevkariya leşkerî bo Pêşmerge bike. Herwiha piştevaniya darayî ya Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigehîne ku erkê Civaka Navdewletî ye ku hevkariya leşkerî bo Pêşmerge bike. Herwiha piştevaniya darayî ya Herêma Kurdistanê bike.

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Karnelos amaje bi wê yekê kir, ku guvaşa darayî li ser Herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, ev yek jî erka Herêma Kurdistanê bo şerê li dijî DAIŞê giran dike.

Barzanî diyar kir, ku Pêşmerge li şûna hemû cîhanê di çeperên pêşî yên şerê li dijî teroristan de ne, lewre ji erkê Civaka Navdewletî ye bêhtir hevkariyên leşkerî ji çek û teqemenî bo Pêşmerge bikin.

Barzanî diyar kir, ku nêzîkî 2 milyon penaber li Herêma Kurdistanê, birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û daketina nirxê petrolê, erkê Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna terorê giran dike.

Ji aliyê xwe de Karnelos, tekezî jî li ser piştevaniya darayî ya Herêma Kurdistanê li ser asta hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê berçav bigirinû tekez li ser wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê endamekî kargêr e di hevpeymaniya Navdewletî de, erkê Civaka Navdewletî ye hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Karnelos amaje bi wê yekê kir jî, ku ew bi niyaz in ku rêjeya rawêjkarên leşkerî bo hevkarî û perwerdeya hêza Pêşmerge zêde bikin.