Karnelos: Berdewam in di hevkariya pêşmerge de

Balyozê Îtalyayê li Iraq serdana mihwerê Mexmor kir û ragehand ku ew wek hêza duyemîn di hevpeymaniya Navdewletî de hevkariyê zêdetir bidin hêza Pêşmerge bo şerê li dijî DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Îtalyayê li Iraq serdana mihwerê Mexmor kir û ragehand ku ew wek hêza duyemîn di hevpeymaniya Navdewletî de hevkariyê zêdetir bidin hêza Pêşmerge bo şerê li dijî DAIŞê.

Balyozê Îtalyayê li Iraq Marco Karnelos serdana mihwerê Mexmor kir û ji aliyê Fermanderê mihwerê Giwêr – Mexmor Sîrwan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Karnelos ji K24ê re got, “Em gelek cidî ne di şerê DAIŞê de, em wek duyemîn hêza mezin bo perwerdekirina hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê û berdewam in di hevkariyên xwe de.”

Hevkariyên Îtayayê heya niha hevkariyê mirovî û perwerdekirina hêza Pêşmerge ne, vê care jî çekên zêdetir bo Pêşmerge dişîne.