Haya Tevgera Goran ji dema vegera Noşîrwan Mistefa nîne
Di nav medyaya Başûrê Kurdistan de belav bû ku, dê Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê nêzîk vegere.
K24 – Silêmanî
Berdevkê Tevgera Goranê radighîne ku, tu agahî derbarê vegera Rêkxerê Giştî, Noşîrwan Mistefa de bo Herêma Kurdistanê, nînin.
Derbarê egera vegera Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê, Noşîrwan Mistefa de bo Herêma Kurdistanê, berdevkê tevgerê, Şoreş Hacî ji K24ê re got: “Tu agahî derbarê vegera Rêkxerê Giştî, Noşîrwan Mistefa de bo Herêma Kurdistanê, li ber destê min nînin.”
Ev bû 3 meh ku Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Noşîrwan Mistefa, ji Herêma Kurdistanê derketiye, li gor medyaya Goranê jî, ew li Londonê çareseriya pizîşkî werdigre.
Di van rojên borî de jî, di medyaya Başûrê Kurdistanê de bekav bû ku, dê Noşîrwan Mistefa vegere û dê Tevgera Goranê jî, destêşxeriyek nû derbarê çareserkirina krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê de pêşkeş bike.
Lê Şoreş Hacî tekez kir ku, ew ne agehdarî tu projeyek wiha ji aliyê Tevgera Goranê ve ye.