Pêkhateyên olî piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê
Nûnerên 6 pêkhateyên olî serdana eniya rojavayê Kerkûkê kirin.
K24- Kerkûk
Pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe bo encamdana referandûma serxwebûnê anîn ziman.
Nûnerên 6 pêkhateyên olî li Herêma Kurdistanê, serdana eniya rojavayê Kerkûkê kirin û piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî ragihandin.
Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî daxwaz ji nûnerên pêkhateyên olî kir ku, piştgiriya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin, nûnerên pêkhateyan jî piştgiriya xwe ji wê pirsê re diyar kirin.
Kerkûkê tekez kir jî ku, Hêzên Pêşmerge bêyî cudahî, hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê diparêzin.