Chomsky bo Erdogan: Her tişt aşkere ye
Erdogan, Noam Chomsky vexwendibû ji bo ku “rastiyan” bi çavê xwe bibîne.

K24- Navenda Nûçeyan
Prof. Noam Chomsky vexwendina ku Serokomarê Tirkiyê jê re şandibû red kir û got: ““Her tişt aşkere ye.”
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan di derheqê danezana bo rawestandina şer de gotibû: “Ji bo ku rastiyan bi çavê xwe bibîne ez Prof. Noam Chomsky, divexwînim Tirkiyê. Bila were bibe mêvanê me rastiyê bi çavê xwe bibîne.”
Piştî vê vexwendinê, Prof. Noam Chomsky mulaqetek di daxuyaniyek rojnamevanî de got: “Tirkiyê DAIŞ sucdar dike lê ji aliyekî ve jî heta niha piştevaniya wan dikirin. Niha jî piştevaniya El-Nusrayê dikin ku, ew jî ji DAIŞê ne kêmtir e. Kurd li Iraq û Sûriyê hêza sereke ya li dijî DAÎŞê ye. Kesên ku îmze avêtine bin wê danezanê li Iraq û Sûriyê sucên ku li hember Kurdan tên kirin lanet dikin. Erdogan jî wan lanet dike. Ma her tiştek ne eşkere ye?”
Erdogan, doh di konferansa balyozan a 8. de axivî. Hezar û 128 akademîsyenan ji bo qedexeyên derketina sikakan û kuştinên sivîlan danezanek belav kiribûn û tê de gotibûn “Em ê nebin şirîkên vê tawanê” Serokkomar Erdogan rexneyên giran li van akademîsyenan girt û bangewazî li akademîsyenên biyanî kir da ku werin Tirkiyê.
Erdogan di bangewaziya xwe de got, “Ez birêz Noam Chomsky divexwînim Tirkiyê. Bila were Tirkiyê bibe mêvanê me. Bila herêmê ne bi çavê van kesên ku ji xwe re dibêjin akademîsyen, bila bi çavê xwe bibîne.”