"Amadekariyên destûra nû hemû xapandin e"
Hat îdiakirin ku amadekariyên destûra nû tenê bo xapandinê ye. CHPê îdia kir ku armanca destûra nû danîna pergala serokatiyê ye.

K24- Enqere
Hat îdiakirin ku amadekariyên destûra nû tenê bo xapandinê ye. CHPê îdia kir ku armanca destûra nû danîna pergala serokatiyê ye. HDP jî bi wê helwestê tevdiger e ku ew ê tu endaman nede Komisyona Lihevkirinê.
Serokê Parlamentoyê ji partiyên siyasî re name şand ku her partî 3 endamên xwe bo Komisyona Lihevkirînê a Destûra Nû diyar bikin. Helwesta partiyan a li ser vê yekê hêdî hêdî diyar dibe.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroğlu, di komcivîna partiya xwe de îdia kir ku hemû hewldanên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bo danîna pergala serokatiyê ye û got Erdogan di vê mijarê de rastiyê nayîne ziman: "Erdogan, agahiyên rast nade welatiyan. Çima tu rastiyê nabêje. Erdogan berî niha gotibû “li hemû welatên pêşketî binerin, li wan welatan pergala serokatiyê heye”. Lê hemû derew e."
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku wan hê tu bersiv bo nameya Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahraman nedaye û got ku derdê AKPê ne destûreke sivîl û demoratîk e: "Derdê wan ne ev e. Hemû hewldanên wan bo pergala serokatiyê ye, heger piştgiriyê werbigirin, ew dê di nav re pergala serokatiyê bidin qebûlkirin. Hûn behsa kîjan destûra nû dikin. Heta ku hişmendiyeke nû û feraseteke nû ya rêvebirina dewletê peyda nebe, destûreke nû çê nabe."
CHPê û MHPê biryar dan ku endamên xwe bo Komisyona Lihevkirinê ya Destûra Nû bişînin lê belê her du partiyan ragihandin ku ew dê piştgiriyê nedin pergala serokatiyê û guhertina her çar xalên pêşî yên destûrê. HDPê jî wê piştî civîna Lijneya Rêvebir a Navendî biyara xwe bide.