Demîrtaş û Chomsky helwêsta Erdogan rexne kirin
Li ser rexneyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ên derbarê danezana “Însîyatîfa Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê” ya bi navê “em nabin şirîkê vî şerî” nerazîbûn hat nîşandan.
K24 - Enqere
Li ser rexneyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ên derbarê danezana “Însîyatîfa Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê” ya bi navê “em nabin şirîkê vî şerî” nerazîbûn hat nîşandan.
Di danezana ku ji aliyê 1128 akademisyenên navdar ve (ku di nav wan de kesên wek Naom Çhomsky û Immanuel Wallertein jî cih digirin) hatibû imzekirin, biryarên qedexeyên li kolanan ên li Bakûrê Kurdistanê û binkêkirina mafên mirovan hatibû rexnekirin. Di danezanê de hatibû diyar kirin ku: “Bi destê dewletê li welatiyan zilm û zor tê kirin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, danezana akademisyanan di Konferansa 8emîn a Balyozgeran de, bi şêwazekî dijwar rexne kir. Erdoğan da zanîn ku, ew li hemberî ixaneta qaşo rewşenbîrên ku mûçeyên xwe jî ji dewletê distînin rubirû ne.
Erdogan wiha axifî bû: “Ey zir-rewşenbîr, hûn reştarî û nezanin. Hûn li dijî dewletê lê li pişta terorê cih digirin. Hûn, biqasî ku haya we ji navnîşana Başûrê Rojhilat û Rojhilat tune ye reştarî ne. Ya hûnê li ba dewletê cih bigirin yan jî rêxistina terorê.”
Piştî van daxuyaniyên Erdogan, siyasetmedar û rewşenbîran nerazîbûn nîşan da. Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrdaş doh li Enqerê li avahiya partiyê daxuniyek da û got ku, gotina ku ji bo akademisyanan hatiye bikaranîn yanî zır-rewşenbîr encex li Erdogan diçe û ew di nav wê meraqê de ne ka gelo jiyana zanîngehê ya serokkomarê wan çawa bûye.
Demirtaş wiha axifî: “Ew bixwe yek ji wan akademisyenên vî welatî yê bijarte ye ku ji xwe hûn dizanin gelek doktorayên wî ên fexrî hene. Loma tû akademisyenî naecibîne û ji wan re dibêje zir-rewşenbîr. Ya rastî em jiyana serokkomar a zanîngehê pir meraq dikin. Me hevalên wî yên zanîngehê hîç nedîtin. Gelo zanîngeh nexwendiye em wê jî baş nizanin.”
Navdartirîn rewşenbîr Naom Chomsky jî doh bi navberkariya çapemeniyê li dijî daxuyaniyên dijwar ên Erdogan reaksiyon nişan da. Chomsky diyar kir ku, “ev akademîsyen, Erdogan şermezar dikin ji ber sûcên ku li hemberî Kurdan pêk aniye. Ew Kurdên ku hêza bejayî ya here bingehîn in di şerê dijî DAIŞê de li Sûrî û Iraqê. Ew jî ji wan de hêrs dibe.” Chomsky jî ji ber imzeyê ji aliyê Erdogan ve hatibû rexnekirin. Herwiha Chomsky ji aliyê Erdogan ve ji bo ku bûyerên li Bakûrê Kurdistanê di cih de bibîne û binirxîne, bo Tirkiyê hatibû vexendin.