Jinên şofêr dest bi ajotina otobûsan kirin
Piştî bajarê Wanê li bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê jî jin bûn şofêrên otobûsan. Niha sê jinên şofêr li nav bajarê Batmanê otobûsa gel a şaredariyê diajon.
K24 – Batman
Piştî bajarê Wanê li bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê jî jin bûn şofêrên otobûsan. Niha sê jinên şofêr li nav bajarê Batmanê otobûsa gel a şaredariyê diajon.
Şaredariya Batmanê wek pêngava yekem, 3 jin di otobûsên gel ên nav bajêr de erkdar kirin. Nurhan Uner yek ji wan şofêran e ku dest bi geştên nav bajêr kiriye. Ew diyar dike ku wexta xelk wê dibîne yekem car mat dimînin û piştre pîrozbahiyan lê dikin û herwiha hinek jî wêneyan ligel digrin.
Uner wiha dibêje: "Eve 10 sal e ez otomobîlan diajom. Yekem car xizmekî min behsa vî karî kir û got ku min bo te karek peyda kiriye. Min pirsî ka çi kare, got bo şaredariyê şofêr pêwîst in. Min destpêkê got qey henekan dike. Piştre hatim û serlêdana fermî kir û şaredariyê jî qebûl kir."
Şofêrekî din ê otobûsên şaredariyê jî dibêje Nuran Uner di destpêkê de hinek zehmetî kêşandiye, lê paşê fêr bûye û niha bi rehetî hatin û çûnê dike: "Civak ji vê rewşê kêfxweş e. Ev yekem car e ku xelk di otobûsan de şofêreka jin dibîne. Ji ber vê jî hem bi kêfxweşî pêşwazî dikin û hem jî pîroz dikin."
Her sê jinên şofêr niha di navbera Zanîngeh û Firokexaneya Batmanê de geştên xwe pêk tînin. Nûran dibêje ku divê jin ji bo van karan bawerî bi xwe hebe û kesên bixwazin jî bila bên serlêdana xwe bikin.