Derbarê 7 akademîsyenan de lêpirsîn hat dest pê kirin
Derbarê 7 akademisyenên Zanîngeha Dêrsimê de bi sedema ku îmze avêtine “Danezana Aştiyê ya Akedemisyenan” lêpirsîna îdarî hat vekirin.

K24 – Dêrsim
Derbarê 7 akademisyenên Zanîngeha Dêrsimê de bi sedema ku îmze avêtine “Danezana Aştiyê ya Akedemisyenan” lêpirsîna îdarî hat vekirin.
Li gor agahiyan, 7 endamên Zanîngeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di “Danezana Aştiyê” ya ku hatiye îmze kirin de, têkoşîna li dij-terorê ya dewletê, bi navê komkûjî û qiranînê hatiye destnîşan kirin loma derbarê wan de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin.
Herwiha li Zanîngeha Dêrsimê derbarê wan 7 akademisyenên de “Lijneya Lêpirsînê” hatiye pêkanîn.
Akademîsyenên Zanîngeha Dêrsimê yên ku “Danezana Aştiyê” îmze kirine:
Alk. Doç. Dr. Ahmet Kerim Gültekin, Karmendê Lêkolînan Adnan Şahin, Doç. Dr. Candan Badem, Alk. Doç. Dr. Gurçag Tuna, Karmenda Lêkolînan Melek Zorlu, Karmendê Lêkolînan Onur Ozgur û Karmendê Lêkolînan Savaş Dede.