Derencama barhilgirên MÎTê; HSYKê 5 dozger derkirin!
Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Daîreya 2emîn a HSYKê ya derbarê 5 dozgerên ku di çarçoveya sekinandina barhilgirên MÎTê ya li Edeneyê hatibû dest pê kirin, biryara derkirinê hat wergirtin.
K24 - Enqere
Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Daîreya 2emîn a HSYKê ya derbarê 5 dozgerên ku di çarçoveya sekinandina barhilgirên MÎTê ya li Edeneyê hatibû dest pê kirin, biryara derkirinê hat wergirtin.
Dozgerên ku di sekinandin û lêgerîna barhilgirên MÎTê de cih girtibûn; Süleyman Bagrıyanık, Ahmet Karaca, Aziz Takçı, Ozcan Şişman û Yaşar Kavalcıklıoğlu ji aliyê Daîreya 2emîn a HSKYê ve hatine derkirin.
Piştî lêpirsîna ku derbarê dozgeran de bi dawî bû ji aliyê Daîreya 2emin a HSYKyê ve hate ragihandin ku; “Van dozgeran şeref, namus, heysiyeta karê xwe û biryardêriya karîgeriya xwe bi mebesteke nebaş bikaranine” û ev yek jî bûye sedema biryara derkirinê.
Herwiha dozgerên hatine derkirirn careke din dikarin serî li Daîreyê bidin daku lêpirsîn ji nû ve were dest pê bike. Lê belê dema ku ev daxwaz û xwesteka dozgeran neyê pejirandin, hingê biryara vê xwestekê wê ji aliyê Lijneya Giştî ya HSYKê ve bê sitandin ku ev lêpirsîn bi encam bibe.
Daîreya 2emîn ya HSYKê berî niha jî derbarê van dozgeran de bitedbir biryara derkirana van dozgeran dabû.