CHP bi du berbijêran diçe kongreyê

Ji bo Kongreya CHPê ya 35emîn a Asayî tenê rojek ma, pêşbirkeya serokatiyê bi awayekî surprîz guherî, ji xeynî serokê heyî di nav 3 berbijêran de duyan ragihandin ku berbijariya xwe betal kirine.

K24 – Enqere

Ji bo Kongreya CHPê ya 35emîn a Asayî tenê rojek ma, pêşbirkeya serokatiyê bi awayekî surprîz guherî, ji xeynî serokê heyî di nav 3 berbijêran de duyan ragihandin ku berbijariya xwe betal kirine.

CHP diçe kongreyê, rojên 16 û 17ê Rêbandanê di nav CHPê de wê nexşeya pêşerojê bê diyar kirin. Piştî encama hilbijartinên 1ê Mijdarê di nav CHPê de nîqaşên navxweyî xûrt bûbûn herwiha aliyekî partiyê rêveberiya heyî bi sernekeftinê sûcdar kiribû û 3 berbijar ji bo serokatiyê derketibûn pêş, herwiha daxwaza kongreyê hatibû kirin.

Û digel nêzîkbûna kongreyê Umut Oran û Muharrem Ince ragihandin ku berbijêriya xwe betal kirine, ev geşedana dawî bi awayekî surprîz hat pêşwazî kirin. Niha di kongreya dawiya hefteyê de, di pêşbirkiya serokatiyê de serokê heyî Kemal Kılıçdaroglu û Parlamenterê Îzmîrê Mustafa Balbay wê cih bigirin.

Betalkirina du berbijêriyan di kongreya dawiya hefteyê wê bandora xwe çawa diyar bike? û helwesta her dû berbijêran dê çawa bibe? niha ev yek tê meraq kirin.