DAIŞê çi aniye serê du zarokên Kurd ên Êzdî?

Piştî ku berî du mehan Şingal ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hat rizgarkirin, heta niha jî rêya Şingalê di jêr çavdêriyeke hûr a hêzên ewlekariyê de ye.

K24 – Hewlêr

Piştî ku berî du mehan Şingal ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hat rizgarkirin, heta niha jî rêya Şingalê di jêr çavdêriyeke hûr a hêzên ewlekariyê de ye. Evna beşeke raporta kanala CNN a Amerîkî ye û peyamnêrê CNNê dibêje: "Ligel me bin em bi hev re serdana Şingalê bikin, bizanin ka çi maye."

Li Şingalê gorên bikom şûnwarên herî diyar in ku DAIŞê li pey xwe hiştine. Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji kanala navbirî re diyar dike ku beşek ji wan gorên bikom ên wan jin û zaroka ne ku nexwestine biçin nav rêzên DAIŞê.

Yên ku karîne xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin li Herêma Kurdistanê vehewiyane û di zivistaneke dijwar de li kampên penaberan jiyana xwe derbas dikin.

Li gor agahdariyên aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, DAIŞê zêdeyî 600 zarokên Şingal û gundên Êzdiyan ên wê navçeyê revandine û ji vê hejmarê tenê 200 kesî ji wan karîne birevin û niha li kampan dijîn, ew bi xwe tişta hatiye sere wan vedibêjin.

Şensî Nûrî Felah (11) hebû ku kariye bireve, di demekê de malbata wî jî ketibû ber şepola revandinê ya ji aliyê DAIŞê ve, lê dema digihe Til Efer, razî nabe ku biçe nav rêzên DAIŞê loma çekdaran bi awayekî hovane êşkence lê kirine, ling û çengê wî ji sê cihan hatine şikandin û heta niha jî nikare baş li ser piyên xwe raweste.

Nurî Felah wiha dibêje: "Daxwaz ji min kirin ku ez biçim çiyê, lê min qebûl nekir, êdî lingê min şikandin, zarokên din bi min ve gihan û çekdarên DAIŞê digotin tu serhişk û bikêrî tiştekî nayê û vêna jî ez rizgar kirim."

Birayekî Nûrî 5 salî ye, her ji destpêkê ve ziravê wî qetiya bû, dema di kampeke DAIŞê de dima, her roj lê dane. Pîrika wan zarokan bi nave Gore Xelfe jî wiha dibêje: "Zarokan ji min re gotin ku dema li meydana perwerdeyê rawestiyane, DAIŞê li ber çavê hemûyan hejmarek zarok kuştine daku yên din bitirsin."

Gore Xelfe da zanîn ku şevan Nûrî ji xew vediciniqe, dike hawar û dibêje; "Dê kesek min bixenqîne" û herwiha derûniya birayê wî jî têk çûye. Lê ji ber nexwestine biçin nav rêza DAIŞê wek surprîz rizgar bûne.