Geştên asmanî yên navbera Behrên û Îranê hatin rawestandin
Piştî têkçûna peywendiyên Erebistana Siudiyê û Îranê, Behrênê jî geştên xwe yên esmanî bo Îranê rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî têkçûna peywendiyên Erebistana Siudiyê û Îranê, Behrênê jî geştên xwe yên esmanî bo Îranê rawestandin.
Li gor Ajansa “ISNA” a Îranê, piştî Erebistana Siudiyê geştên asmanî ligel Îranê rawestandin, Cîgirê Berpirsê Geştên Asmanî ya Îranê Mihemed Xwedakerîmî got; “Behrênê di 14 Çile de geştên xwe yên esmanî rawestandine.”
Wek karvedanekê li dijî darvekirina kesayetiyê Şîe Nimir el-Nimir ji aliyê Suidiyê ve, balyozxane û konsolxaneyên Siudiyê li bajarên Tehran û Meşhed ên Îranê hatin şewitandin. Siudiyê jî li hember şewitandina balyozxane û konsolxaneyên xwe, geştên esmanî bo Îranê rawestandin.
Di 2 vê mehê de, Erebistana Siudiyê 47 kes bi tohmetên “terorê û têkbirina ewlehiya Siudiyê” darvekirin, di nav wan de kesayetiyê Şîe Nimir el-Nimir û 3 kesên din ên Şîe hebûn.