Pizîşkekî Kobanê xelatek wergirt
Dk. Îzet Efendî ji gundê Qerehlinca ser bi bajarê Kobanê ye, li wir nexweşxaneyek vekiribû û di sala 2014an de ew nexweşxane hat girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pizîşkê bi navê Îzet Efendî, ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, xelata zîvîn a neştegeriya hestî û pizîşka werzişî li Austria wergirt, ew xelat tenê kesên zana û şareza werdigirin.
Derbarê mijarê Dr. Îzet Efendî li ser malpera xwe ya fecabookê wiha nivîsiye: "Cihê şanaziya min û bajarê min Kobanê, herwiha cihê şanaziya Rojavayê Kurdistanê ye ku ez xelata zîvîn werbigirim, ez bi xelkê Kobanê serfiraz im û sipasiya wan dikim."
Efendî da zanîn ku xelata zêrîn jî doktorên herî giring ji Amerîkayê, Yaban û Ewropayê wergirtin.
Dk. Îzet Efendî ji gundê Qerehlinca ser bi bajarê Kobanê ye, li wir nexweşxaneyek vekiribû û di sala 2014an de ew nexweşxane hat girtin. Piştî rizgarkirina Kobanê xwest vegere bajarê xwe û nexweşxaneya xwe careka din veke lê ji ber hemû pêdiviyên naxweşxaneyê hatin dizîn nikarî veke.