Îran û Tirkiye ji biryarên hikûmeta Kurdistanê nîgeran in

Wezîrê Kiştûkal û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye ji biryarên wan nîgeran in.

K24 – Hewlêr

Wezîrê Kiştûkal û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye ji biryarên wan nîgeran in.

Di vê derbarê de Ebdulsitar Mecîd got: "Ji wê dema ku me bac daniye ser berhem û kel û pelan bi armanca parastina berhemên navxwe, Îran, Tirkiye û hinek welatên din ji biryarên me nîgeran in. Hinekan ji wan welatan nîgeraniya xwe veneşartine û anîne ziman, lê tişta bizanim di xizmeta welatiyan de ye ez dê bikim û li ser jî berdewam bim."

Ebdulsitar Mecîd da zanîn ku armanca wan ew e di navbera cotyar û welatiyan de hevsengiyek hebe û wiha axifî: "Bi baweriya min eger em nebin xwediyê berhemên xwe yên xwemalî û li ser piyê xwe ranewestin em nikarin biryarên siyasî yên serbixwe jî bidin. Divê herdem çavê me li welatên din be û her dema sînor li ber me girtin ku niha kîloyek bacan bi hezar dînarî ye, wê demê dibe 10 hezar."

Wezîrê Kiştûkalî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê ev daxwiyaniya han li ser pêgeha xwe ya civakî Facebookê belav kiriye. Ebdulsitar Mecîd wiha nivîsiye: "Bazirganên me ji danîna bacê nîgeran in û dibên evna bandore li peywendiyên me yên bazirganî dike, min jî ji wan re got ku cotyar, xwediyên baxçeyan û kompanyayên me jî nîgeran in, hemû zerar dikin ji ber berhemên Îrana Turanî."

Jib o bilindkirina dahat û firotina zêdetir a berhemên xwemalî, sala 2014ê hikûmeta Kurdistanê biryar da ku bacê deyne ser wan berhemên ku ji derve tên Kurdistanê. Ji sala 2015ê ve ew biryar ketiye ware cîbicîhkirinê û ev yek jî bûye sedema nîgeraniya welatên cîran bi taybetî Îran û Tirkiye ku her zêde herdû welat berhemên xwe dişînin Kurdistanê.