YPGê nasnameya 7 şervanên xwe aşkere kir

Bendava Tişrînê di 26ê Kanûna borî de, ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ve ku YPG beşa herî sereke ya wê hêzê ye hat rizgarkirin.

K24 - Kobanê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 7 şervanên xwe, yên ku di şerê rizgarkirina bendava Tişrîn û gundê Qerqozaxê de şehîd bûbûn aşkere kir.

Derbarê mijarê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de nasnameya 7 şervanên YPGê yên ku berî niha di şerê rizgarkirina bendava Tişrîn û gundê Qerqozaxê de ku dike başurê bajarê Kobanê şehîd bûbûn eşkere kir.

Li gor daxwiyaniyê, şervanên YPGê soz dane hevalên xwe yên şehîd bûbûn ku dê li ser rêya wan bimînin heta ku hemû Rojavayê Kurdistanê rizgar bikin. Bendava Tişrînê di 26ê Kanûna borî de, ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ve ku YPG beşa herî sereke ya wê hêzê ye hat rizgarkirin.

Nasnameya her 7 şervanên YPG ê wiha ye:

  • Erdal Zagros (Botan Bozan)
  • Kendal Pirsûs (Elî Silmiz)
  • Şervan Şiya Kobanê (Mihmed Gaban)
  • Kendal Derxwest (Cahid Menteşe)
  • Kanîwar Maci (Kanîwar Salih)
  • Şîlan Dîndar Welat (Zehra Şêx Mehmûd)
  • Perwîn Kulistan (Hanim Biric)