Deynên Kurdistanê bandorê li şerê dijî DAIŞê dike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku ji ber krîza aborî Herêma Kurdistanê rûbirûyê metirsiyeke "niqûmbûnê" bûye.

K24 – Hewlêr

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku ji ber krîza aborî Herêma Kurdistanê rûbirûyê metirsiyeke "niqûmbûnê" bûye û deynên Herêma Kurdistanê bandoreke nerênî li şerê dijî DAIŞê dike.

Di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Reutersê, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî behsa rewşa niha ya Kurdistan û navçeyê kir û got: "Herêma Kurdistanê ji ber krîza aborî û daketina behayê petrolê li cîhanê rûbirûyê metirsiya niqûmbûnê bûye û eger heye evna bibe sedema şikestinê di şerê dijî DAIŞê de."

Qubad Talabanî wiha dibêje: "Krîza aborî bandoreke nerênî li pêşketin û moral kiriye, niha bûyerên revê peyda bûne di rêzên hêzên çekdar de, xelk pêgehên xwe bicîh dihêlin û ev yek jî zêde dibe. Cîhanê bala xwe daye şerê dijî DAIŞê, lê dema mirov îflas be şer nayê kirin.. Bi baweriya min evna pirseke û divê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê vê mijarê baş binirxîne."

Li ser pirsa gelo eger Herêma Kurdistanê di jêr çavdêriya Bexdayê de û li beramber wergirtina pişka xwe ji butceya giştî ya Iraqê, petrol xwe hinarde bike ne baştir e? Talabanî wiha bersiv dide: "Evna guhertineke mezin bi xwe re nayîne, ez bawer nakim ev pirsek be û em lê bifikirin, ji ber hevkêşe nayê guhertin."

Talabanî da zanîn ku heta niha Herêma Kurdistanê îflas nekiriye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Eger em reformên bingehîn nekin ev rewşa niha dibe ku xirabtir bibe û hikûmeta Kurdistanê bazara petrolê li ber kompanyayên taybet negirtiye, herwiha di paşerojê de em difikirin ku beşekî ji sektora elektrîkê bifroşin."

Cîgirê Serokwezîr eşkere kirk u Herêma Kurdistanê di navbera 15-18 milyar dolar de deyndar e û got: "Niha em li çareseriyekê digerin daku ji derve pereyan deyn bikin daku rewşa darayî baş bibe û garantî jî petrol e."