Kiliçdaroglu dîsan bû Serokê Giştî yê CHPê

35. Kongreya CHPê a Asayî li Enqerê birêve çû û di roja yekem de CHPê Serokê Giştî yê partiyê hilbijart û Kiliçdaroglu dîsan bû serokê partiyê.

K24 – Enqere

35emîn Kongreya CHPê a Asayî li Enqerê birêve çû û di roja yekem de CHPê Serokê Giştî yê partiyê hilbijart û Kiliçdaroglu dîsan bû serokê partiyê.

Kongreya CHPê doh saet di 10:00an de li Salona Sporê ya Arena ya Enqerê destpê kir. Di kongreyê de hezar û sed delege ku ji endamên Lijneya Rêvebir a Bilind, Endamên Meclisa Partiyê û Parlamenteran pêk tên û bi hezaran endamên CHPê yên ji hemû bajarên Tirkiyê hatibûn amade bûn.

Ji bilî CHPiyan Nûnerên Partiyên siyasî û Endamên Sazî û Rêxistinên Civakî jî bo kongreye hatibûn vexwendin. Hevsera Tahir Elçî, Turkan Elçî jî yek ji wan kesên ku bo Kongreyê hatibû vexwendin lê ew nehat kongreyê û nameyek bo kongreye şand ku têde peyamên aştiyê cih digirtin. Name bi lêdana çepikan hat xwendin.

Di destpêka Kongreyê de, Murat Karayalçin bo Serokatiya Dîwanê hate destnîşankirin û wî kongre birêve bir. Piştre Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu axaftinek kir. Di axaftina xwe de rexneyên giran li Serokkomar Erdogan girtin û bo vê yekê nûnerên AKP ji salona kongreyê derketin.

Ji ber ku tu namzedan piştgiriya 120 delegeyan wernegirt, tenê Kemal Kiliçdaroglu wekî namzed ma û ew careke din, bi dengê 990 delegeyan ji bo 2 salan bû Serokê Giştî yê CHPê.