Cizîr: Sê roj e birîndarek nikare biçe nexweşxaneyê

Li Cizîra navçeya Şirnexê, ev 3 roj e zarokekî 16 salî yê bi navê Huseyîn Paksoy hatiye birîndar kirin û destûr nayê dayîn ambulans biçe wî rake naxweşxaneyê.

K24 – Diyarbekir

Li 3 navçeyên Bakurê Kurdistanê, qedexe û alozî didomin. Li Cizîra navçeya Şirnexê ku 34 roj e qedexe lê didome û xeteriyên mezin hene, ev 3 roj e zarokekî 16 salî yê bi navê Huseyîn Paksoy hatiye birîndar kirin û destûr nayê dayîn ambulans biçe wî rake naxweşxaneyê.

Huseyîn Paksoy di 14ê Çileyê de bi guleyeka zîrekvanê ji hêzên ewlehiya dewleta Tirk ve hatiye birîndar kirin. Parêzerê malbata Paksoy ji bo ku di zûtirîn dem de bo nexweşxaneyê bê veguhastin serî li Dadgeh Mafên Mirovan a Ewrûpayê daye.

Herwiha li Sûra navçeya Diyarbekirê jî şer û alozî û qedexe di roja 46emin de didome, Serokerkaniya Tirkiyê jî li ser Cizîr û Sûrê daxauyaniyekî belav kir. Di daxwiyaniyê de tê gotin ku li Cizîrê 12 çekdarên Yekiniya Parastina Sivil YPSê ku ser bi PKKê ye hatine kuştin û li Sûra navçeya Diyarbekirê jî 6 çeper hatine rakirin.

Li Silopya navçeya Şirnexê jî qedexe di roja 34em de berdewam e û li wir cenazeyek, li Sûra Navçeya Diyarbekirê jî 4 cenaze bi dehan roj e li erdê ne.