Diyarbekir: 10 xwepêşander hatin binçavkirin
Li Bakurê Kurdistanê li gel kul li 3 navçeyan bi dehan roj in, qedexe, operasyon û şer û tundî didome, her roj li deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwepêşandan û bertek jî tên lidarxistin û nîşandan.

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekirê, îro ji bo rawestandina operasyonên li Sûrê û navçeyên Şirnexê, Silopî û Cizîrê, xwepêşandan hat lidarxistin. Beşek ji xwepêşandaran jî, ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê ji bo çalakiyê hatibûn.
Lê polîsan bi bombeyên gaza rondikrêj û ava şit destêwerdana girseyê, li gor agahiyan jî 10 kes ji nav xwepêşanderan hatine binçavkirin.
Xwepêşandana ku îro li taxa Ofîsê hat lidarxistin , sloganên “bijî berxwedana Sûrê, PKK gel e û gel li vir e, Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin bilindkirin. Polîsan bi anonsan bala girseyê kişand ku şiyarên wan destûrîne û piştre jî destwerdanê destpê kir.