Daxwaza şandeke taybet bo Kurdan tê kirin

Di 25ê vê mehê de biryar e bi serpereştiya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî di nav de jî nûnerên Kurdan dest pê bike.

K24 - Qamişlo

Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê, daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon û Nûnerê NYê yê teybet bo Sûriyê  Staffan de Mistura kirin ku şandeke taybet bo Kurdan di kongreya Cenevreyê amade bibe.

Derbarê mijarê de Desteya Bilind a Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Me nameyak bo Sekreterê Giştî yê NY, Nûnerê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê û Wezareta Derve ya Amerîkayê şandiye, tê de me daxwaz kiriye ku şandeke taybet bo Kurdan bo wê kongreyê were vexwendin."

Ji aliyeke din ve Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji hemû partiyên tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê kirin, ku îro saet 11an li ofîsa Partiya El-Wehde ya bajarê Qamişlo bi armanca pêkanîna şanedeke taybet bo Kurdan bicivin.

Di 25ê vê mehê de biryar e bi serpereştiya aliyên navdewletî danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî di nav de jî nûnerên Kurdan dest pê bike.