Di dibistaneke Kilîsê de teqîn çêbû; 4 birîndar hene
Li Dibistana Navendî ya Eyup Gokçe ku dikeve navenda bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû û di encam de 4 xwendekar birîndar bûn.
K24 – Kilîs
Li Dibistana Navendî ya Eyup Gokçe ku dikeve navenda bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû û di encam de 4 xwendekar birîndar bûn.
Îro saet derdora 09.30an li Dibistana Navendî ya Eyup Gokçe teqînek çêbû. Di teqînê de 4 xwendekar birîndar bûn û bi awayekî bilez karmendên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Parêzgarê Kilîsê Suleyman Tapsiz serdana dibistana navbirî kir lê heta niha nayê zanîn ka sedema teqînê çi bûye. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in û piştre dê encama lêkolînan were ragihandin.
Ji aliyekî din ve Serokê Şaredariya Kiliîsê Hasan Kara jî diyar kir ku guleya hawanê li baxçeyê dibistanê ketiye û çend birîndar hene. Herwiha da zanîn ku dibistan bi tevahî hatiye belavkirin. Li gor medya Tirk, eger heye ku ew guleya hawanê ji aliyê Sûriyê ve hatibe.