CHP: Dozger wek koleyên Serokkomar tevdiger in

Dozgeriya Komarê ya Enqerê ji ber gotinên Kemal Kiliçdaroglu ên li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan lêpirsîn da destpêkirin.

K24 - Enqere

Dozgeriya Komarê ya Enqerê ji ber gotinên Kemal Kiliçdaroglu ên li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan lêpirsîn da destpêkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî lêpirsînê nîşan da û rexneyên giran li dozgeriyê girtin.

Bulent Tezcan di daxayaniya xwe de ya ku li navenda Giştî ya CHPê da gotinên Kemal Kiliçdaroglu ên derbarê Erdogan de wekî rexneyên maqûl nirxandin û wiha rexne li dozgeriya komarê girt; "Ez dixwazim vê ji dozgeran re bêjim. Hûn ne dozgerên Serokomar in, hûn dozgerên komarê ne. Ev komar ne komara Serokkomar e. Rayedarên vê dewletê ne koleyên Serokomar in. Em dibînin ku Tirkiye bi lez ber ber bi rejîma patronajê ve diçe. Serokkomar xwe wekî patronekî dibîne û mixabin hin kesên payebilind ên di nava darazê de ne jî ji vê yekê bawer dikin û em dibînin ku hewldanên danîna pergaleke wiha heye."

Tezcan bangî Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran kir ku lêpirsînê bide destpê kirin û got; "Destûr bi awayekî aşkere tê binpêkirin. Divê derbarê dozgerên destûrê binpê dikin de doz were vekirin. Em ê jî derbarê vê yekê de dozê vekin."