Radyoya Dengê Pêşmerge tê vekirin
Rêveberê Giştî yê Ragihandina Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê Helgurd Cundiyanî, da zanîn ku ligel Wezareta Pêşmerge civiya ye û li ser wê yekê lihev kirine ku Radyoya Dengê Pêşmerge vekin.
K24 – Hewlêr
Rêveberê Giştî yê Ragihandina Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê Helgurd Cundiyanî, da zanîn ku ligel Wezareta Pêşmerge civiya ye û li ser wê yekê lihev kirine ku Radyoya Dengê Pêşmerge vekin.
Derbarê vekirina radyoyê de Helgurd Cundiyanî agahî dan Kurdistan24ê û got: "Me fikra vekirina Radyoya Dengê Pêşmerge, ji sala 2014ê ve pêşniyar kiriye, lê belê wê demê Wezareta Pêşmerge amadebûna xwe pêşan neda, doh ez ligel Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet li ser vê mijarê civiyam û me biryar da Radyoya Dengê Pêşmerge vekin."
Cundiyanî wiha axifî: "Dê Wezareta Pêşmerge serpereştiya radyoyê bike, em ê jî di ware perwerdekirina karmend û amadekirina studyo û karê teknîkî de hevkariya bikin. Hemû tiştekî ku bo radio pêwist in di depoyên me de hene û me tu pereyên zêde xercnekirine, em ê di hemû waran de piştgiriya vê projeyê bikin heta wê dema Wezareta Pêşmerge biryar dide û radyoyê vedike."
Helgurd Cundiyanî, hêvî kir ku roleke bi bandora a radyoyê hebe di şikandina dijmin de û bibe pişta Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û herwiha zanyariyên rast bide xelkê Kurdistanê û di asteke bilind de be. Lê Cundiyanî tarîx neda ka dê kîjan roj û mehê radio were vekirin.
Vekirina Radyoya Dengê Pêşmerge di demekê de ye ku Pêşmerge niha şerê DAIŞê dikin û berevaniya ax û niştiman dikin. Armanca vekirina radyoyê jî veguhestina agahiyên rast ên eniyên şer û piştîvaniya manewî ye bo Pêşmerge.