Davutoglu: Cizîr û Gever dê bibin parêzgeh

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku navçeyên Cizîr û Geverê dê bibin parêzgeh.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku navçeyên Cizîr û Geverê dê bibin parêzgeh.

Davutoglu dema serdana Londrayê dikir di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku bajarokên wek Sûr, Cizir û Silopiyê xanî û avahiyên ji ber şer û pevçûnan xisar dîtine û hilweşiyane dê jinû ve werin avakirin.

Ahmet Davutoglu da zanîn ku ew hewl didin navçeyên Cizîr û Geverê bikin navenda bajêr. Şirnexê vegûhezin Cizîr û Colemêrgê jî vegûhezin Geverê.

Li gor Davutoglu, erdingariya Şirnex û Colemêrgê rê nade ev her du bajar berfireh bibin û li wan deveran bajarvanî pêş bikeve, ji ber vê yekê ev bajarana ji xizmetên civakî û ewlekariyê wek pêwist sûdê wernagirin.

Piştî şer û pevçûnên li Sûr û Cizîrê nîqaşên vegûherîna bajariyê di rojevê de cihê xwe girtibû. Hatibû îddiakirin ku dema operasyona Sûrê bidawî hat dê TOKÎ li wê navçeyê avahiyên nû çêbike.