Kantona Efrîna hişyarî da xelkên bajêr

Desteya Nvxweyî ya Rêveberiya Xweser li kantona Efrînê da zanîn ku kesên pabend bi biryarê nebe dê were siza kirin û rastî lêpirsînan were.

K24-Efrîn

Piştî ku Ketîbeya Sultan Mûrad a Tirkmenan navçeyên di navbera Izaz û Cerablusê weke navendeke leşkerî ragehandin, Desteya Navxweyî ya Rêveberiya Xweser li bajarê Efrênê daxwaz ji welatiyên deverê kir sînorên Tirkiyê ne bezînin.

Derbarê mijarê de Desteya Navxweyî ya Kantona Efrênê ser bi Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Bi armanca parastina jiyana welatiyên kantonê, herwiha parastina  mal û mulên wan, me biryar da, ku rê li pêşiya hemû kesên ku sînorê Tirkiyê bibezînin bigrin."

Desteya Nvxweyî ya Rêveberiya Xweser li kantona Efrînê da zanîn ku kesên pabend bi biryarê nebe dê were siza kirin û rastî lêpirsînan were.

Biryara Desteya Navxweyî di demekê de piştî ku Ketîbeya Sultan Mûrad a Tirkmenan navçeyên di navbera Izaz û Cerablusê weke navendeke leşkerî ragehandin û daxwaz ji welatiyên wê dverê kir ku navçeyê vala bikin û koçber bibin.