Tilesquf: Firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê wêran kirin
Heta niha jî bombebaran berdewam e.
K24- Hewlêr
Çavkaniyeke taybet ji K24 re diyar kir ku, firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê li eniya rojhilatê Dicle bi tundî bombebaran dikin.
Li gor çavkaniyê, firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê li nêzîk gundê Filfil ê ser bi navçeya Tilesqufê ve wêran kirine.
Tilesquf yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ne, 34 kîlo metran dorî Mûsilê ne, niha jî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.