YNK li ser nêrînên xwe rijd e
Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) ragehand ku, ew li ser proje û nexşerêya ku pêşkêş Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) kirine, rijd in.
K24 – Silêmanî
Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) ragehand ku, ew li ser proje û nexşerêya ku pêşkêş Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) kirine, rijd in.
Endamê Serkirdeyatiya YNKê Ferîd Esaserd ji K24 ê re got, “Nêrîna me ew e ku ew proje derfetek e û nabe dest pê bibe, ji ber ku dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Dibe ku aliyek hebe ne bi wê projeyê re be, lê em li ser nêrînên xwe rijd in.”
Esaserd got jî, “Di projeya de me amaje kiriye, ku pêwîst e hêza Pêşmerge, zanyarî û hemû hêzên Asayişa Navxwe bi yek bin, pêdegirtina me jî ew e, ku di ti welatekî de du navend xwedî biryar ji hêza çekdar re nîne.”
Berdevkê encûmena PDKê li Silêmaniyê, derbarê projeya YNKê ji K24ê re got, “Her projeyek pêwîstiya wê bi goftûgo û axaftinan li ser heye, projeya YNKê ya ku pêşkêşî PDKê kiriye xaleke erênî tê de heye, serkirdayetiya PDKê lêkolînê li ser dike, piştre jî bersiva NYKê dide.”
Piştî civîna PDK û YNKê ya hefteya borî, YNKê projeyeke nû bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê pêşkêşî PDKê kir, berpirsên PDKê jî dibêjin ku ewên piştî lêkolîna li ser wê pirojeyê bersiva YNKê bidin.