Amerîka yekemîn firoxaneya Sûriyê kontrol dike

Berî niha berpirsên Amerîkayê bo rojnameya Şerq El-Ewsed re ragehandibûn ku 7 pisporên leşkerî yê Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hene, 4 li bendava Tişrînê li bajarê Kobanê û 3ê jî li bajarokê Dêrikê ne.

K24-Rimêlan

Piştî kontrolkirina çend firokxaneyên Sûriyê ji aliyê Rûsyayê ve, Amerîka yekemîn firokxane li bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê kontrol dike.

Derbarê wê firokxaneyê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: Niha forkxaneya gundê Rimêlan Paşa yê ser bi bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê ji firokeyên leşkerî yên Amerîkayê piştî çaksaziya wê amade ye.

Li gor zanyariyên Rewngehê, ew firokxane bi armanca operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê were bikaranîn. Herwiha dê bibe navendeke leşkerî a pisporên Amerîkayê.