"Em bi hemû hêza xwe piştgiriya dewleta kurdî dikin"

Da zanîn Kurd wek mezintirîn gelê bê dewlete, pêwîste serxwebûna xwe ragihînin û bibin xwedan dewlet

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu beri niha ragehandibû ku , mafê Kurdan e bibin xwedan dewlet. Naha jî Wezîra Dadê ya Îsraîlê,Ayelet Shaked diyar kir ku dema dewlet bûna Kurdan hatiye.

Derbarê vê yekê de jêderekî taybet bo malpera K24ê re ragehandibû ku di konferansa Asayîşa Îsraîlê de wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Shaked, behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta kurdî kir.Da zanîn Kurd wek mezintirîn gelê bê dewlete, pêwîste serxwebûna xwe ragihînin û bibin xwedan dewlet

Li paytexta Îsraîlê Tel-Avîvê konferansek hate lidarxistin, tê de Ayelet Shaked, diyar kir ku Kurd, dost û şirîkê Îsraîl in û dema wê hatiye bibin xwedan dewlet.

Shaked wiha berdewam kir:"Em bi hemû hêza xwe piştgiriya damezirandina dewleta kurdî li Rojhilata Navîn dikin. Li gor baweriya me, dewleta kurdî bi sûda Îsraîlê ye û bi vê yekê dijminên me dê lawaz bibin."

Herwaha Ayelet Shaked anîziman ku berjewendiyên Îsraîl û Kurdan hevbeşin û gelê Kurd mafên mirov baş diparêzin û qîmeta jinan dizanin, ji aliyê dinve Kurd miletekî esîl û aştîxwazin di Rojhilata Navîn de, di dîroka xwe de êrişî ti welatekî nekiriye.

Di berdewama axiftina xwe de Ayelet Shaked bang li Serokwezîr Binyamîn Netanyahu kir ku, peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û alîkariya rêveberiya Hewlêrê bike.