Barzanî û balyozê Brîtanya behsa azadkirina Mûsilê dikin

Herwiha behsa çawaniya çareserkirina krîza aborî ya Herêma Kurdistanê hat kirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û balyozê Brîtanya, Frank Bakir behsa rewşa navçeyê û proseya azadkirina Mûsilê kirin.

Li gor daxuyaniyeke fermî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê û navçeyê, herwiha pêşhatên dawî yên eniyên şer hatiye kirin.

Di hevdîtina Barzanî û balyozê Brîtanî de, behsa şerê niha li parêzgeha Enbarê birêve dikçe û proseya azadkirina Mûsilê hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li Pîrmamê pêşwzî li balyozê Brîtanî kiriye.

Herwiha bi hûrî behsa rewşa Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat kirin.

Her du aliyan tekez li ser berdewamiya hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê kirin. Tevî gotûbêjkirina çawaniya çareserkirina krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê.