Li Sûrê teqîn: 7 leşker birîndar bûn

Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê dema ku teqemenî û mayînên vedayî dihatin jinavbirin teqînek çêbû û di encam de 7 leşker birîndar bûn.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê vê êvarê derdora saet 17.00 dema ku hêzên ewlekariyê û leşkeran dixwestin bombeyên vedayî jinav bibin teqînek çêbû û li gor agahiyên destpêkê 7 leşker birîndar bûn.

Ji bo rakirina birîndaran gelek ambulans bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Li gor hinek ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, di teqînê de 9 leşker birîndar bûne lê heta niha tu daxwiyanî ji aliyên peywendîdar ve nehatine dayîn.