Hrant Dînk li Stenbolê hat bibîranîn
K24- Stenbol
Rêveberê weşana giştî ya rojnameya Agosê Hrant Dînk di 9emîn salvegera mirina xwe de bi beşdariya gelek welatî û parlamenteran hat bibîranîn. Axaftina bibîranînê ya îsal li ser navê dayikên aştiyê Masîde Ocak xwend. Jina Tahir Elçî Turkan Elçî jî nameya hevserê xwe ya ku bo Hrant Dînk hatibû nivîsin xwend.
Girseya ku doh ji bo bibîranîna rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk li Meydana Taksîmê civiya heta ber avahiya rojnameyê Agosê bi diruşmeyên Kurdî û Tirkî meşiya. Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş û gelek parlemterên HDP û CHP jî beşdarî merasîmê bûn û qurnefîl danîn cihê ku Hrant Dînk lê hat kuştin.
Parlamenterê HDPê Garo Paylan diyar kir ku di ser kuştina Dînk re 9 sal derbas bûne û sal bi sal hêrsa wan zêdetir dibe: “Em bangî dadê dikin. Me xwest berpirsên kuştinê bên darizandin û derbarê peywirdarên dewletê de lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin. Lê mixabin dozgerê dawî ku li ser vê meseleyê lêkolîn dikir ji vê dozê hat dûrxistin. Hikûmet naxwaze bûyer bê zelalkirin.”
Jina Tahîr Elçî, Tirkan Elçî nameya hevserê xwe ku bo Dînk hatibû nivisîn xwend û wiha pê de çû: “Kujerên Elçî û Dînk nêzîkê hev in. Dilê me her duyan êşiya. Şer lîstîkeke ku sedsal e didom e lê em ê dijî wan li ber xwe bidin.”
Masîde Ocak axaftina bibîranîna îsal kir û got: “Hrant Dînk ji ber ku nasnameya Ermenan diparast, welatekî azad û wekhev dixwest li ber dewletê wek neyarekî dihat dîtin.”
Rojnameger Hayko Bagdat ragihand ku zelalkirina kuştina Dînk wek meseleya Ermenan nedîtine û geşedanên îro jî nîşaneya vê yekê ye: “Karmendên wê çaxê rêvebirên polîs û cendermeyan hemû kes bere ji bûyerê haydar bûn. Têkoşîna me ya bo dad û azadî ne tenê ji bo Hrant e lê ji bo hemû kesan e.”
Hrant Dînk di 19'ê Çileyê sala 2007an de li ber avahiya rojnameya Agosê ku di dîroka Tirkiyê de cara yekem bi zimanê Ermenî û Tirkî weşan dikir ji aliyê Ogun Samastê neteweperest ve hat kuştin. Beriya kuştinê haya rêvebirên ewlekariyê ji bûyerê çêbûye lê tedbîrên pêwîst nehatin stendin.
Dînk di hevpeyvîneke taybet de gotibû: “Eger ez Kurd bûma min ê daxwaza dewleta Kurdistanê bikira. Dewleteke serbixwe ku li Başurê Kurdistanê bê avakirin ev dewlet dê bibe dewleta hemû Kurdên Rojava, Rojhilat û Bakur.”