Barzanî pêşwazî li şandeyeke opozîsyona Sûriyê kir

Pirsa kongreyê Cenêv-3 hat gotûbîjkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeyeke opozîsyona Sûriyê behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Sûriyê kir.

Şandeya opozîsyona Sûriyê ku Barzanî li Pîrmamê pêşwazî lê kiribû, bi serokatiya serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Ehmed el-Cerba bû.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya navçeyê û gefa terorê li Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî li Sûriye hate nirxandin. 

Di beşekî din ê hevdîtinê de, danûnstandinên çaverêkirî di navbera opozîsyon û hikûmeta Sûriyê de û herwiha paşaroja Sûriye hat gotûbêjkirin.

Di civînê de şandeya mêhvan pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê hebû ku di rêza yekem a şerê terorê de ye û amadehiya xwe jî ji bo hemû cûre hemahengiyek di rûbirûbûna terorîstan de ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.