Şingalî: Aliyên navdewletî pirsa Kurdî piştguh dixin
Partiya El-Wifaq a Kurd li Sûriyê yek ji partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê ye, bo pêkanîna şandeke Kurdî daku beşdarî Kongreya Cenevreyê bibe, berî du rojan daxwaz ji hemû aliyên Kurdî kiribû ku bicivin lê ENKS bi hinceta ku ew partî ser bi Rêveberiya Xweser e amadeyî civînê nebû.
K24 - Qamişlo
Sekreterê Partiya El-Wifaq a Kurd li Sûriyê Fewzî Şingalî ragihand ku kesên kongreyên navdwletî birêve dibin pirsa Kurdî piştguh dixin.
Derbarê Kongreya Cenevreyê û pirsa Kurdî de Sekreterê Partiya El-Wifaq a Kurd li Sûriyê Fewzî Şingalî di daxuyaniyekê de ji K24ê re got: "Me beyannameyek derbarê mafê gelê Kurd de ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon re şandiye. Me tekez kiriye ku pirsa Kurdî ji aliyên navdewletî û kesên wan kongreyan birêve dibin tê piştguh xistin."
Derbarê rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de Şingalî da zanîn ku bo dîtina çareseriya pirsa Kurd wan komîteyeke taybet bo şopandina rewşa siyasî ya Kurd li Rojava pêk aniye.