HDPê serî li Konseya Ewropayê da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serî li Konseya Ewropayê da ku Tirkiye, li Cizîrê bo dermankirina birîndaran erkê xwe bicih nayîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serî li Konseya Ewropayê da ku Tirkiye, li Cizîrê bo dermankirina birîndaran erkê xwe bicih nayîne.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku, Tirkiye, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya derbarê birîndaran de bicih nayîne û xwest bûyer di cih de bên şopandin.

Di serlêdanê de tê destnîşan kirin ku Dadgeha Mafê Mirovan, di encama serlêdana parêzaran de, ji Tirkiyê xwestibû, Huseyîn Paksoy, Orhan Tunç û Serhat Altun ku di nav peçûnan de birîndar bûne, bo nexweşxaneyê bên rakirin lê ji wan Huseyin Paksoy û Serhat Altun canê xwe ji dest dane û agahî ji Orhan Tunç nîne.

Tê destnîşankirin ku komek welatî ku parlamenterê HDP Faysel Sarîyildiz jî di nav de, duh hewl dane birîndaran ji deverê şer derxin lê, hêzên ewlehiyê ew gulebaran kirine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.