"Pirsa Kurd bi veguhestina bajaran çareser nabe"
Niqaşên li ser veguhastina Colemerg û Şirnaxê ya bo Gever û Cizîrê berdewam in. Parlamenterê CHPê Fikri Saglar nerazîbûn nîşan da û got; "Bi vê yekê pirsa Kurd çareser nabe."
K24 – Navenda Nûçeyan
Niqaşên li ser veguhastina Colemerg û Şirnaxê ya bo Gever û Cizîrê berdewam e. Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fikri Saglar rexne li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu girtin ku bo projeya veguhastina van bajaran mînaka Îçelê dide û got; "Bi vê yekê pirsa Kurd çareser nabe."
Fikri Saglar di daxuyaniya xwe ya li Parlamentoyê de got; "Tu têkiliya projeya Îçelê û van bajaran bi hev re nîn e. Pirsa Kurd bi barkirina bajarên Kurdan çareser nabe. Ji ber ku hûn hewl didin vê pirsê bi polîtîkayên ewlehiyê, bi çekan çareser bikin, bersiva çekan bi çekan û bersiva tundiyê jî bi tundiyê tê dayîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Çima heta 7ê Hezîranê bûyerên bi vî rengî nebûn. Ji ber ku prosesa çareseriyê hebû. Ji ber Erdogan got; “prose di sarincê de ye” û ji ber zordestiya wî bajarên me, ji bajarên Iraq û Sûriyê xirabtir bûne. Cihê çareseriyê, cihê pêkanîna aştiyê Parlamento ye."